Amîda Kurdî – DBB Personel A.Ş., ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de kar dike, ragihand ku ew ê 25 karmendan ji bo xebata paqijkirinê werbigire. Serlêdan îro, 31ê Tebaxa 2026an, dest pê kirin.

Kesen dixwazin bixebitin dikarin heta saet 17:00 a roja Çarşemê, 2yê Îlona 2026an, serlêdanên xwe bi rêya pergala serlêdana online a saziyê bikin.
Ji bo mêr ên dixwazin bixebitin divê temenê wan di temenê leşkeriyê de be û pêwîst e ku wan xizmeta xwe ya leşkerî temam kiribin.

Ji bo pozîsyona paqijkirinê, tê xwestin ku namzet xwediyê şiyana xwendin-nivîsandinê an jî herî kêm dîplomaya dibistana seretayî bin û karibin xwe li gorî xebata bi nobet û demjimêrên xebatê yên nerm biguncînin. Di daxuyaniya kar de, jêhatîbûnên pêwendîdanînê û têkiliyên navkesî, herwiha guncawbûna ji bo nasnameya saziyê, wekî şertên pêwîst hatine diyarkirin.
Şîrove