AMÎDA KURDÎ - Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM)ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Öcalan re li Girava Îmraliyê kom bû. Di nav şandeyê de Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol hene. Meseleyên Sûriye û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê dê were nîqaşkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê gotin ku di serdanê de pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û pêvajoya li Tirkiyeyê dê were nîqaşkirin.
Şandeyê di 2ê Kanûna Pêşîn a 2025an de ji bo hevdîtina bi Abdullah Öcalan re serdana Girava Îmraliyê kiribû. Ji wê rojê ve ye li Girava Îmraliyê tu hevdîtin pêk nehatibûn.
Şîrove