Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, serdana Selahattîn Demîrtaş, hevserokê berê yê Partiya Demokrasiya Gel (HDP) kirin. Demîrtaş zêdetirî neh salan e li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
AMÎDA KURDÎ - Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (Partiya DEM), Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li Girtîgeha Edîrneyê bi Selahattîn Demîrtaş re civiyan.
Hat diyarkirin ku Buldan û Sancar dê bi Demîrtaş re li ser pêşketinên heyî nêrînên xwe parve bikin.
Piştî serdanê tê payîn ku endamên şandeyê daxuyaniyek bidin.
Şîrove