Amîda Kurdî – Di şandeya de parlamenterên "Hevbendiya 90/Keskan" Claudia Roth û Max Lucks, Hevberdevka Ciwanên Keskan Henriette Held û Sekretera Yekem a Balyozxaneya Almanyayê Nicole Gonsior cih girtin.

Serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê
Şande li Amedê ji aliyê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevkên Meclîsa DBBê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.

Tahir Elçi li ber Minareya Çar Ling hate bibîranîn
Piştî civîna li Şaredariya Bajarê Mezin, Hevşaredar Bucak û endamên şandeyê ber bi navçeya Sûrê ve meşiyan. Di rê de serdana dikandaran kirin û bi welatiyan re axivîn. Piştre, şandeyê serdana Minareya Çar Ling kir û li cihê ku Serokê bere yê Baroya Amedê Tahir Elçi lê hatibû kuştin, merasîmeke bibîranînê li dar xist. Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Güleç û Parlamentera Stenbolê Turkan Elçi jî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.
Şîrove