AMÎDA KURDÎ - Rayedarekî payebilind ê HSDê, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji RUDAWê re got ku rêveberiya Şamê miaş daye malbatên xazîyên HSDê û kesên ku jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarê HSDê diyar kir ku ji bo kesên ku di şer de birîndar bûne û malbatên şervanên mirî xizmet û miaş di bin Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê de têne peyda kirin.
Danûstandin ji bo 8 hezar şervanan berdewam dikin
Çavkaniya HSDê diyar kir ku 8,000 şervan hene ku hîn negihîştine tu saziyek Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, û ji ber vê yekê, diyalog û danûstandin ji bo bicihkirina hemî şervanan berdewam dikin.
Şîrove