Rêya Colemêrgê bûye rêya zehmetiyan

Dîroka Weşanê: Google News
Rêya Colemêrgê bûye rêya zehmetiyan

Ji 13ê Nîsanê ve ye rêya sereke ya Colemêrgê ji ber lehiyê hatiye girtin.


Kaynak: Rudaw

AMÎDA KURDÎ - Rêya sereke ya di navbera Wan û Colemêrgê de ji 13ê Nîsanê ve ye ji ber herifîna axê girtî ye û xebatên ji bo vekirina rêyê didomin.

Niha li devera Gezneyê ji bo çûn û hatina di navbera her du parêzgehan de, bi awayekî demkî rêyeke alternatîv hatiye vekirin. Lê belê ji ber xerabûna rêyê, welatî rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Serokê Odeya Esnafan a Geverê Salih Ozdemîr li ser xebatan zanyarî dan Rudawê û wiha got:

“Niha pirekê çêdikin. Li gorî agahiyên ku me ji rayedaran wergirtine dê heta hefteyekê pir çêbibe. Paşê dê ji çûn û hatinê re bê vekirin.”

Li parêzgeha Colemêrgê îsal ji ber barîna zêde ya berf û baranê him rêyên li Geliyê Zê, him jî rêyên navçeyên Şemzînan û Rûbarokê li gelek cihan xera bûn.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove