Amîda Kurdî – Pirtûk jiyana Evdilrezaq vedibêje. Evdilrezaq di nav wêranî û kavilbûna bajarekî de dijî. Ew li şûnwarên derdora xwe dinêre. Mirovên derdora wî jî di guherînê de ne.
Ji kitêbê, Bajar, piştî hilweşîn û kavilbûneke nîvco çawa ku reng û dirûvê wê vediguhere, kesên govendê digerînin diguherin û yek bi yek dimirin. Evdilrezaqê bi hişekî wêran û zimanekî kavil î nîvcomayî, di nav parçecamên neynika şikestî re li şûnwar û mirovên tê de dinêre û zeman ditewe bi awira wî; kûçe û kolan kurt û dirêj dibin, ode piçûk û mezin dibin, ruh tarî û tarîtir dibe!.. Pê re çîroka xwekuştineke negotî wek reşbelek dimîne...
Şîrove