Rekoreke nû ji bo zêrî

Dîroka Weşanê: Google News
Rekoreke nû ji bo zêrî

Bihayê zêrî yê îro, ji asta 5 hezar dolarî derbas bû û niha bi qasî 5,080 dolarî serê onsê têne firotin. Îro, bihayên zêrî gihîştin 5,090 dolarî.

AMÎDA KURDÎ – Bihayê zêrî yê îro, ji asta 5 hezar dolarî(216,893 lîre) derbas bû. Bilindbûna bihayên zêrî ji ber rewşa jeopolîtîkî ye ku niha bi qasî 5,080 dolarî serê onsê têne firotin. Îro, bihayên zêr gihîştin 5,090 dolarî.

Tenê ji destpêka vê salê ve bihayên zêr ji sedî 17 zêde bûne.

Sedemên bilindbûna bihayên zêrî pirsgirêkên jeopolîtîk in û dibe ku kirîna zêr ji hêla bankayên navendî ve rêjeyên faîzê kêm bike.

Analîstê şîrketa Capital.comê Kyle Rodda diyar kir, "Zêdebûna bihayên zêrî ên vê dawiyê ji ber xeletiyên rêveberiya Amerîkayê ye ku baweriya cîhanî bi siyaseta aborî ya Amerîkayê nayê."

Gefên Amerîkayê yên bacên %100 li ser kelûpelên Kanadayî û %200 li ser hin berhemên Fransî baweriya bi polîtîkayên darayî û aborî yên Amerîkayê qels kiriye. Ev hemû tehdît bûne sedema qelsbûna dolar û bilindbûna bihayên kelûpelan.

Bihayê yek gram zêrî bû 7,078.12 lîre û bihayê çaryeka onsê jî bû 11,653.00 lîre.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove