Rekorek ji Enesê Amedsporê: Futbolîstê herî ciwan

Dîroka Weşanê: Google News
Rekorek ji Enesê Amedsporê: Futbolîstê herî ciwan

Enes Yilmaz ku di deqîqa 87an da di maça Amedspor û Adana Demirsporê de kete qadê, rekorek bidest xist ku bû futbolîstê herî ciwan ê ku di Lîga 1emîn a TFFê de dilîze.

AMÎDA KURDÎ - Amedsporê duh êvarê di Lîga 1emîn a TFFê de Adana Demirspor bi 7-0 têk bir. Enes Yilmazê ku di deqîqa 87an de li şûna Murat Uçarî ket qadê, rekorek nû bi dest xist. Futbolîstê 15 salî bû lîstikvanê herî ciwan ê ku di Lîga 1emîn a TFFê de dilîze.

Enes Yilmaz her wiha bû çaremîn lîstikvanê herî ciwan ku di Lîga 1emîn a TFFê de derketiye qadê.

'Ev bûyer, bûyera herî watedar a şevê bû'

Rêveberê Teknîkî yê Amedsporê Sinan Kaloğlu jî piştî maçê pesnê futbolîstê ciwan Enesî da û got, "Me xwest ku em şansekî bidin Enesî. Ew ê mezin bibe, pêş bikeve û pir bixebite. Ez difikirim ku ev bûyera herî watedar a şevê bû."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove