AMÎDA KURDÎ - TÜRK-İŞê encamên lêkolîna xwe ya "Rapora Birçîbûn û Xizaniyê" ya Sibata 2026an bi raya giştî re parve kir. Li gorî lêkolînê, xerca mehane ya ku ji bo malbateke çar kesî gihîştiye 32,365.44 lîreyan. Ev mîqdar xerca xwarinê ya herî kêm temsîl dike.

Sînôra xizaniyê ji 105 hezar lîreyan derbas bû
Dema ku lêçûnên bingehîn ên wekî cil, xanî (kirê, elektrîk, av, sotemenî), veguhastin, perwerde û tenduristî li lêçûnên xwarinê werin zêdekirin, xeta xizaniyê wekî 105,424 lîreyan tê hesibandin. Mesrefa mehane ya jiyanê ji bo karkerekî tenê gihîştiye 41,077 lîreyan.

Miaşê asgarî li jêrî sînora birçîbûnê ye
Her çend miaşê herî kêm ê ku ji bo sala 2026an hatî destnîşankirin 28,075 lîre be jî, sînora birçîbûnê ya ragihandî ya 32,365 lîre ji meaşê herî kêm bi qasî 5,000 lîreyan derbas dibe. Ev rewş eşkere dike ku malbatek ji çar kesan pêk tê ku bi meaşekî tenê dijî, ji bo dabînkirina lêçûnên xwarinê jî têdikoşe.
Ev hejmar nîşan didin ku zêdebûna "enflasyona xwarinê" zextê li ser komên kêm û yên bi dahata sabît dike.
Şîrove