AMÎDA KURDÎ - Şirketa “Lêkolîna Aborî ya Stenbolê” li 26 bajaran bi beşdariya 2 hezar kesan rapirsiyek kir.

Li gorî amarên şirketeke lêkolînan, eger Ozgur Ozel ji CHPyê veqete û partiyeke nû ava bike, ew partî dê bibe hêza siyasî ya herî mezin a Tirkiyeyê. Dê du ji sê parên dengderên CHPyê ber bi xwe ve bikişîne.
Li gorî amaran partiya xeyalî ya Ozel dikare du ji sê parên (2/3) dengderên CHPyê bikişîne aliyê xwe. Her wiha partiya nû dikare ji partiyên din ên mixalefetê jî dengan wergire.

Ew partî wekî ÎYÎ Partî, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Zaferê û Partiya Saadetê hatin diyarkirin. Di encama rapirsiyê de hat destnîşankirin ku partiya nû dikare ji sedî 3 heta 4 puanan ji dengderên AK Partiyê jî wergire.
Wê demê CHP dê di bin serokatiya Kemal Kiliçdaroglu de be û eger heye ew partî nêzîkî 20 puanên xwe winda bike.
Şîrove