Amîda Kurdî - Şirketa Lêkolînan a GENARê bi beşdariya 3 hezar kesî rapirsiyeke nû ya hilbijartinê çêkir û li gor encamên hatine eşkerekirin de CHP û MHP pêşiya DEMê ne.
Li gorî rapirsiyê AK Partî bi rêjeya ji sedî 35,4an di rêza yekem de cihê xwe diparêze.
Partiya NÛ (YENÎ Partî) ku nû hatiye avakirin, gihîşt rêjeya ji sedî 14,5an.
CHPyê jî rêjeya ji sedî 15,4an bi dest xist û bi qasî 0,9 pûanan li pêşiya Partiya Nû ye.
MHP ji sedî 8,5, DEM Partî ji sedî 8,3, ÎYÎ Partî ji sedî 4,5 û Partiya Zaferê ji sedî 3,9.
Li gorî encaman, di nav koma partiyên ku di bin bendê de dimînin de Partiya Anahtarê ji sedî 2,7, Partiya Yenîden Refahê ji sedî 2,2 û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî ji sedî 1,5 dengan distînin.
Ji sedî 16,8ê beşdaran diyar kir ku ew bêbiryar in.
Her wiha ji sedî 11,8ê wan destnîşan kir ku ew dê dengê xwe nedin û ji sedî 1,3yê beşdaran jî bersiv neda.
Bi vî awayî, rêjeya kesên ku dengê xwe nadin ti partiyan gihîşt ji sedî 29,9an.
Şîrove