Amîda Kurdî - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew milkên ku li taxa Qiyancakê ya navçeya Artemêtê ne, dê bi rêya 'îhaleya girtî' bifiroşe. Li ser biryara Meclisa Şaredariyê ya 10ê Tebaxê, dê îhaleya firotinê 28ê Tebaxê bê kirin.

Li gorî nûçeya MAyê, piraniya van milkan ji bo çêkirina xaniyan in. Ji lîsteya firotinê 23 jê wekî qadên niştecihbûnê û 6 jî wekî qadên bazirganiyê hatine destnîşankirin.
Qadên bazirganiyê jî ji perçeyên 3 hezar, 3 hezar û 495, 4 hezar û 5 hezar metreçargoşeyî pêk tên.
Bihayê destpêkê yê qadên niştecihbûnê ji 44 milyon û 850 hezar lîreyî dest pê dike û heta 81 milyon û 190 hezar lîreyî giran dibe.
Şîrove