AMÎDA KURDÎ - Li gorî nûçeyeke MAyê, Şaredariya Rêya Armûşê ji bo du navendên li navçeyê navên nû diyar kirin. Navê "Xaçort" li navendeke werzişê ya jinan hat kirin û navê "Navenda Werzişê ya Jinan" jî li navenda werzişê ya jinan a li Taxa Seyit Fehim Arvasi hat kirin. Ev navên ku bi biryara meclîsê hatibûn pejirandin, pêşkêşî Ofîsa Qaymeqamiyê hatin kirin.

Ofîsa Qaymeqamiyê ji bo ‘Xaçort’ê got na
Ofîsa Qaymeqamiyê navê ‘Xaçort’ê guncav nedît. Ji ber cudakarî û cudaxwaziyê ‘Xaçort’ nehat pejirandin lêbelê, navê "Jin" hat pejirandin.
‘Em vê yekê qebûl nakin’
Hevşaredara Şaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay got: "Ofîsa Qaymeqamiyê navê ‘Xaçort’ red kir û ew guncav nedît; sedem jî ew nîşan da ku tîpa ‘X’ê di alfabeya Tirkî de tune ye û nav dişibe peyveke biyanî. Em vê zîhniyetê qebûl nakin. Zimanê Kurdî ku ji aliyê bi milyonan mirovan ve tê axaftin, ne zimanekî nenas an biyanî ye; ew zimanê dayikê, zimanê jiyana rojane û zimanê çanda vê herêmê ye."
Şîrove