Platforma Parastin û Hevgirtina Amedê: Çareseriya pirsgirêka Kurdan tenê bi dawîhatina şîdetê pêk nayê

Dîroka Weşanê: Google News
Platforma Parastin û Hevgirtina Amedê: Çareseriya pirsgirêka Kurdan tenê bi dawîhatina şîdetê pêk nayê

Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê, di daxuyaniya xwe ya bi boneya 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku ji bo çareseriya mayînde, pêwîst e gavên demokratîk bi dawîhatina şîdetê re hevdem bên avakirin.

Amîda Kurdî - Platformê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şer û pevçûnên li cîhanê mafên bingehîn ên mîlyonan mirovan binpê kirine û bûne sedema travmayên giran li ser civakan. Li gorî platformê, Rojhilata Navîn jî di nav wan herêman de ye ku di dîrokê de herî zêde ji şer û pevçûnan zirar dîtiye.

Hevberdevka Platformê Dîlan Guvençê metna çapemaniyê xwend û tevahiya metnê wiha ye:

Îro “1’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê” ye.

Şer û pevçûnên ku heta îro li cîhanê qewimîne û hîn jî berdewam in, ji mafê jiyanê heta ku  mafê azadiya raman û derbirînê, mafê perwerdehiyê, mafê tenduristiyê, mafê jiyaneke li derdoreke tendurist, mafên aborî û civakî  yên bi mîlyonan mirovan bi awayekî giran binpê kirine. Ev şer û pevçûn bûne sedem ku li ser civakan travmayên giran çêbibin û başbûna wan zehmet bibe.

Herêma Rojhilata Navîn a ku em lê dijîn, di dirêjahiya dîrokê de yek ji wan herêman e ku herî zêde ji ber şer û pevçûnan zirar dîtiye. Ev rastî  û dîmena tarî ya ku ji ber rewşa şer derketiye holê, pêwîstiya ku hemû kes ji bo bidestxistina aştiyê zêdetir hewl bidin, nîşan dide.

Bi hesta vê berpirsiyariyê, em amadebûna xwe radigihînin ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, hem li herêma xwe û hem jî li seranserê cîhanê, hemû gavên pêwîst bavêjin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Herwiha, em bang li hemû aliyên ku di berdewamiya van şeran de berpirsiyar in dikin ku ew jî bi heman hestiyariyê tevbigerin.

Kedkarên çapemeniyê yên hêja;

Em îsal Roja Aştiyê ya Cîhane bi kelecan û hêviya ku di mijara çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan de pêşketinên dîrokî hatine jiyîn û aştiyeke mayînde pêk bê, pêşwazî dikin. Ev ji sedsalekê zêdetir e ji ber ku mafên kurdan ên ku bingeha xwe ji hebûna netewa kurd digirin, nayên pejirandin, pêvajoyeke pevçûnên giran a ku 40 salan domiya, hat jiyîn, me gelek caran daxuyan ku em bi dawîbûna vê pêvajoyê kêfxweş in. Pêşketinên ku di pêvajoya danûstandinê ya ji Cotmeha 2024’an ve berdewam dike de pêk hatine, ji bo ku meseleya Kurdan li Tirkiyeyê bi awayekî mayînde ji rewşa şer û şîdetê bê dûrxistin, girîng in. Lê belê eşkere ye ku meseleya Kurdan ku rehên wê vedigerin berî damezirandina Komara Tirkiyeyê, tenê bi dawîhatina şîdetê ji holê ranabe. Ji ber vê yekê, em dixwazin bi hinceta Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşniyazên xwe li ser çareseriya mayînde û aştiyane ya vê meseleyê, hem bi hemû aliyên ku beşdarî danûstandinê dibin re û hem jî bi raya giştî re parve bikin.

Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekîtiya Civakî De, ya ku di raya giştî de wek “qanûna çarçoveyê” tê zanîn, di 10’ê Tebaxa 2026’an de bi 468 dengên erê yên  parlamenteran ji aliyê Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) ve hatiye pejirandin û di 18’ê Tebaxa 2026’an de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyetê. Bi vê qanûnê biryar hatiye dayîn ku ji bilî hin cureyên sûcan, lêpirsîn û dozên ku bi PKK’yê re têkildar in, herwiha biryarên mehkûmiyeta ku teqezî bûne, ji bo demên diyarkirî dê bên paşxistin.

Lê belê di xala 3’yemîn a qanûnê de hatiye diyarkirin ku biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya der barê tesbît û pejirandina vê mijarê de divê di Rojnameya Fermî de bê ragihandin. Ev mecbûriyet, ji bo niha li ber pêkanîna qanûnê bûye asteng. Li gor prosedura asayî Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya ku dê di Cotmehê de civîna xwe pêk bîne, divê ji aliyê Serokkomar ve ji bo civîna awarte were bangkirin û biryara ku hewla vê qanûnê pêkan dike, were girtin, em wek gaveke ku li gorî ruhê pêvajoyê ye, dinirxînin. Îhtîmal e di çarçoveya vê qanûnê de bi hezaran welatî ji nû ve beşdarî jiyana civakî bibin, ev jî dê bibe sedem ku pêvajo bilez bi pêş bikve. Ev ramaneke hevpar a beşên civakê yên berfireh e.

Saziyên civakî yên sivîl, odeyên pîşeyî, akademîsyen û rewşenbîr ji destpêka pêvajoyê ve diyar kirine ku bêçekbûn gaveke girîng e ji bo çareseriya demokratîk a Meseleya Kurdan lê bi tenê nikare vê meseleyê çareser bike. Ji bo ku pêvajoya heyî bi awayekî tendurist berdewam bike,  girîng e ku astengên li pêşiya azadiya raman, derbirîn û rêxistinbûnê ji holê bên rakirin; divê tayînkirina kayûman bê bidawîkirin, hevserokên şaredariyan vegerin ser karên xwe; û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) û Dadgeha Destûra Bingehîn bên sepandin. Pêkanîna reformên demokratîk ku digel bêçekbûnê bi awayekî paralel dimeşe, ne tenê dê bandoreke erênî li jiyana rojane ya welatiyan bike, dê baweriya civakên Tirkiyeyê bi fikra aştiyê jî zêde bike.

Pêvajoya pevçûnê ya ku zêdetirî 40 salan berdewam kiriye, bûye sedem ku di nav civaka Tirkiyeyê de cudahî û parçebûn çêbibin. Ji bo kêmkirina van cudahiyan û pêkanîna aştiya civakî ya rastîn, pêdivî ye ku pêvajoya ku tê meşandin, tenê di navbera aliyên ku danûstandinê dikin de nemîne û bibe pêvajoyeke ku hemû civak tê de beşdar be. Bi taybetî, nîqaşnekirina rewşên ku bûne sedemên derketina şîdetê û tenê bi perspektîfa ewlehiyê nêzbûna Meseleya Kurdan, bûye sedema zêdebûna perçebûna civakî. Êrîşên ku di demên dawîn de li dijî karkerên Kurd ên demsalî hatine pêkanîn û bûyerên ku di maçên Amedsporê de diqewimîn, mînakên têgihiştina nijadperest a ku her tim li dijî  pêvajoya aştiyê derdikeve ye. Li dijî van têgihiştinan, hevgirtina hemû partiyên siyasî û beşên civakê li ser zimanê hevpar ê aştiyê, tenê dê rê li ber provokasyonên girantir ên ku dibe pêk bên, negire; dê rêya aştiya civakî jî veke.

Kedkarên çapemeniyê yên hêja, welatiyên me yên hêja;

Em wek Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê, careke din tînin bîra hemû kesan ku aştî divê bibe mijara herî girîng û pêşîn a rojeva Tirkiyeyê. Divê hemû ramanên siyasî û nêzîkatiyên konjonkturel li aliyekî bên danîn û hemû kesên ku aştiyê dixwazin li hev bicivin. Dê ev pêvajo wisa bi awayekî saxlem û berhemdar pêşde biçe. Çareserkirina Meseleya Kurdan, gavêke pir girîng a ku dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê li bilind bike ye, ji ber vê rastiyê em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, ku me niha pêdivî pê heye, bi lez gavan bavêjin.

Bijî Aştî!

PLATFORMA PARASTIN Û HEVGIRTINA BAJARÊ AMEDÊ

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove