Plana nû ya Trumpî çi ye?

Dîroka Weşanê: Google News
Plana nû ya Trumpî çi ye?

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di şer de armanca wan kontrolkirina uranyûma Îranê nîn e.


Kaynak: Rudaw

AMÎDA KURDÎ - Donald Trump di bernameyeke radyoyê ya kanala Fox Newsê de axivî û diyar kir ku bala wan a sereke têkbirina mûşek û dronên wî welatî ne. Trump her wiha eşkere kir ku dê şer di wê demê de bi dawî bibe ku ew bi xwe "ji hundir ve" hest bi dema bidawîhatina wê bike.

Dema rojnamegeran ji Trump pirsîn "Gelo ji bo kontrolkirina wê uranyûmê plana operasyonekê heye?" Trump bersiv got, "Na, bi ti awayî nîne. Em bala xwe nadin ser wê yekê lê belkî di qonaxekê din de em wê yekê jî bikin."

Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got, "Di vê demê de bala me li ser wê yekê ye ku em mûşek û dronên wan bi temamî têk bibin."

Trump got, "Ew teknolojî û çekên ku li cem me hene li cem ti kesî nînin. Em gelekî li pêş planên xwe ne."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku cebilxaneyên wan ên bê sînor hene û Artêşa Amerîkayê dikare vî şerî bidomîne.

Donald Trump behsa Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî jî kir û got

"Ez di wê baweriyê de me ku zerer dîtiye lê belkî bi awayekî zindî be."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove