Plana bidawîkirina şerê Îranê: Îro gava yekem tê avêtin

Dîroka Weşanê: Google News
Plana bidawîkirina şerê Îranê: Îro gava yekem tê avêtin

Hewldanên dîplomatîk ji bo bidawîkirina şerê ku bi êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de dest pê kiribû û niha di roja xwe ya 38an de êw êrîş zêde bûne. Trump ji bo vekirina Tengava Hûrmizê 8ê Nîsanê wekî dem dabû.

AMÎDA KURDÎ - Li gorî nûçeyên di medyaya cîhanê de, hikûmeta Pakistanê ji bo bidawîkirina pevçûna di navbera Îran û DYAyê de planeke berfireh amade kiriye.

Çareseriya Tengava Hûrmizê

Tê gotin planek hatiye amedekirin ku Tengava Hûrmizê bo keştîyan ji nû ve bê vekirin. Çarçoveya ji aliyê Pakistanê ve ji aliyan re hatiye şandin.

Agirbest, demildest

Li gorî pêşnûmeya amadekirî, qonaxa yekem dê agirbestek demildest di nav xwe de bigire. Piştî vê yekê, alî dê li ser maseya danûstandinan ji bo peymanek aştiyê ya daîmî rûnin.

Îslamabad wekî yekane kanala ragihandinê ya fermî ji bo danûstandinên Îran û Amerîka û Îsraîlê tê dîtin. Navbeynkarên herêmî bawer dikin ku ev pêvajo bi agirbesteke 45 rojî dest pê bike û dû re veguhere biryarekê ji bo bidawîanîna şer.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove