AMÎDA KURDÎ - 10ê Kanûna Paşîn Roja Rojnamegerên Kedkara ne. Di vê rojê de hewldana rojnamevanên ku bi berpirsiyarî ji bo agahdarkirina rast û bêalî ya civakê dixebitin, tê pîrozkirin. Ew rojnamegerên di şertên dijwar de xebata xwe didomînin û di vê roja taybet de, girîngiya azadiya çapemeniyê û parastina mafên wê tînin ziman tên cem hev. Bi vê minasebetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê roja rojnamegeran pîroz kir.
Şîrove