Amîda Kurdî - Ji malbata Rojîn Kabaîşê re, taybet ji babê wê Nîzamettîn Kabaîşê re doh bi rêya WhatsApp û BIPê peyamên gefxwarinê hatine şandin û di nav peyaman de wêneyên çekan jî hebûne. Di peyaman de hat gotin, “Giliyê xwe bi paş ve bikişîne, heke na tu dê herî cem Rojînê.”

Kabaîş piştî van peyaman çû navenda ewlehiyê û giliyê wan kesan kir. Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku ev gef bi mehan e berdewam dikin û got: “Doh dema ez ji Wanê vegeriyam malê, wan careke din peyam şandin.

Vê carê bi reqemeke Tirkiyeyê peyam şandin û wêneyê çekekê jî hebû. ‘’Di peyamê de gotin, ‘heke tu giliyê xwe bi paş ve nekêşî tu dê guleyekê bixwî’. Heta ku dosyeya Rojînê eşkere bibe ez dê li pey vê dozê bim. Çi dikin bila bikin, ez dê têkoşîna xwe bidomînim.”
Şîrove