Piştî banga Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de, PKKê di Kongreya xwe ya 12emîn de biryar da ku rêxistinê hilweşîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.

Biryara hilweşandinê ya ku di 12ê Gulanê de ji raya giştî re hate ragihandin, diyar kir ku "biryara PKKê ya xwe-hilweşandinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî bingehek xurt ji bo aştiyek mayînde û çareseriyek demokratîk peyda dike."

'Divê gavên yasayî werin avêtin'
Di salvegera yekem a biryara hilweşandinê de daxuyaniyek ji aliye Mustafa Karasu re hat dayîn, daxwaza PKKê ya avêtina gavên ber bi statuyek yasayî ve anî ziman.
Karasu wiha got: "Ji destpêka pêvajoyê ve ye ji aliyê hemû aliyan ve dihat zanîn ku danîna çekan bi tevahî û ketina nav siyaseta demokratîk dê bi gavên yasayî pêk were.
Ji ber vê yekê, gavên yasayî yên ku dê werin avêtin û pergala yasayî ya ku dê were damezrandin dê çi be, tê nîqaşkirin."
Şîrove