AMÎDA KURDÎ - Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma parlamentoyê de axivî. Bahçelî salvegera 29emîn a mirina Alparslan Turkeş bi bîr xist û rexne li CHPê jî kir.
Bahçelî li ser operasyonên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê got, "Trump û Netanyahu şaşiyeke dîrokî kirin."
'Aştî ne tawîz e'
Bahçelî got, "Cihê şanaziyê ye ku rêziknameyên qanûnî wekî pêşnûmeqanûnek hatine meclîsê. Di vê mijarê de, tu valahî, tu paşguhkirin, tu qelsî nayên qebûlkirin. Pêdivî bi derengxistinê tune ye. Aştî teslîmbûn nîn e. Aştî ne tawîz e. Aştî hevsengiyek e ku bi parastina hêza dewletê tê bidestxistin."
Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de axivî û got:
— Amîda Kurdî (@AmidaKurdi) April 7, 2026
-Pêdivî bi derengmayînê û derengxistinê tune.
-Em dibêjin ku aştî teslîmbûn nîne. Aştî tawîz nîne. pic.twitter.com/QiHBnm73G3
Şîrove