Amîda Kurdî - Pêşniyaryasa ya ji 12 xalan pêk tê, ku wekî yasaya çarçoveyî ya pêvajoyê tê binavkirin û armanca wê bêçekkirina PKKê ye, vê dawiyê ji aliyê Meclîsê ve hate qebûlkirin. Piştî vê dengdana dîrokî, yasaya çarçoveyî ji bo pesendkirinê pêşkêşî Serokkomar Recep Tayyip Erdogan hate kirin.
Gotûbêjên ku di 10ê Tebaxê de li Lijneya Giştî hatin kirin, nêzîkî 12 saetan domiyan û di dengdanê de 563 parlamenter beşdar bûn. Di dengdana dawî de, pêşniyaryasa bi 467 dengên erênî hate qebûlkirin.
Şîrove