Amîda Kurdî -Parlamentera Partiya DEMê ya Wanê, Gulderen Varli, mijara veşartina cihên gorên kesayetên ku ji bo civaka Kurd û Elewî xwedî girîngiyeke dîrokî ne, anî rojeva Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê.

Varli diyar kir ku di ser darvekirina Seyîd Riza 89 sal, di ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî 101 sal û di ser koça dawî ya Bedîuzzeman Seîdê Nursî jî 66 sal derbas bûne lê tevî vê yekê jî cihên gorên van kesan hîn jî ji raya giştî re nehatine eşkerekirin.

‘Polîtîkaya înkarkirina goristanan’
Di pêşniyarnameya ku pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin de, veşartina cihên goran wekî “polîtîkaya înkarkirina goristanan” hatiye pênasekirin. Di pêşniyarnameyê de tê gotin ku eşkerekirina van cihan, mafê malbatan ê şîngirtinê û gihîştina şûn û bermahiyên kesên wan ên hezkirî binpê dike. Her wiha tê destnîşankirin ku ev cure kiryar birînên kûr di bîra kolektîf de vedikin û têkiliyên bi rabirdûyê re qut dikin.
Şîrove