AMÎDA KURDÎ - Şaredariya Fargînê li ser rûpela xwe ya Xê par ve kir ku dê 2. Pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Serê Gulanê li dar bixe. Mijara îsal ya pêşbirkê ‘Vejîna Merwanî û Hatina Biharê’ ye.

Xelat dê ji bo berhemên ku bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatine nivîsandin were dayîn û divê berhem berê beşdarî pêşbirkek din nebûbe û nehatibe weşandin.
Werger an berhemên ku bi hişê çêkirî hatine nivîsandin dê neyên nirxandin. Beşdar tenê bi helbestekê û bi çîrokekê dikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Pêşbirk ji bo kesên ku berê pirtûka wan nehatibe çapkirin e, ji her temenî re vekirî ye.
Divê berhem wekî dosyaya Wordê ji silvanbelediyesii@gmail.com re werin şandin. Tu dosya bi destan nayên qebûlkirin. Beşdar divê bi berhemên xwe re, telefon û kurtejiyana xwe jî bişînin.

Xelat:
Yekemîn 15 hezar TL,
Duyemîn 10 hezar TL,
Sêyemîn 5 hezar TL
Dîrokên qebûlkirina berhemên pêşbirkê: 1ê Nîsanê 2026 - 1ê Gulanê 2026.
Şîrove