Pervîn Buldan: Divê kujerên Savaş Buldan werin darizandin

Dîroka Weşanê: Google News
Pervîn Buldan: Divê kujerên Savaş Buldan werin darizandin

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê li ser kujerên Savaş Buldan daxuyaniyek da.

Amîda Kurdî - Pervîn Buldanê ragihand ku wan li ser kuştina Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay dest bi pêvajoyeke nû ya hiqûqî kiriye.

Buldanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û diyar kir ku nabe ev dosye tenê wekî “bûyereke berê” bê dîtin û got:

"Divê ev dosye di çarçoveya cînayetên siyasî yên nehatine eşkerekirin û pratîka bêcezahiştinê ya di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de were nirxandin. Wekî pêdiviyeke prensîba dewleta hiqûqê, mecbûrî ye ku bûyerên bi vî rengî bi awayekî bibandor werin lêkolînkirin û rastiya madî derkeve holê."

Savaş Buldanê karsaz û hevserê Pervîn Buldanê, Adnan Yildirim û Haci Karay 3yê Hezîrana 1994an li Stenbolê hatibûn revandin.

Termên wan li navçeya Yigilcayê ya parêzgeha Boluyê hatibûn dîtin.

Ev cînayet wê demê li Tirkiyeyê bûbûn rojev lê 32 sal derbas bûne û kujer hîn jî nehatine darizandin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove