Pervîn Buldan derbarê ‘vîlla’yê de axivî: Rastiyê nîşan nade

Dîroka Weşanê: Google News
Pervîn Buldan derbarê ‘vîlla’yê de axivî: Rastiyê nîşan nade

Pervîn Buldan, endama heyeta Partiya DEMê ya Îmraliyê, derbarê nîqaşên giştî yên ku piştî gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derketin holê axivî ku hatibû îdiakirin ji bo Ocalan vîllayek hatiye çêkirin.

Amîda Kurdî - Di nîqaşên derbarê çêkirina vîllayekê ji bo Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê de, Pervin Buldan ji bo Medyascopeyê axivî.

‘Rastiyê nîşan nade’

Buldan diyar kir ku binavkirina avahiya nû ya li Îmraliyê wekî ‘vîlla’, rastiyê nîşan nade.

‘Wekî cihê mayînê hatiye çêkirin’

Buldan bi bîr xist ku heyeta Partiya DEMê ya Îmraliyê du roj berê serdana giravê kiribû û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, wê rave kir ku avahiya navborî cihê mayînê ye ku di nava kompleksa girtîgehê de ye û xwediyê şert û mercên guncav ên xebatê ye.

‘Pêdiviya wî bi tîmeke xebatê heye’

Buldan her wiha da zanîn ku Ocalan hêj neçûye wê avahiyê û got: "Birêz Ocalan hêj neçûye wir, ji ber ku li wê derê pêdiviya wî bi tîmeke xebatê heye."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove