AMÎDA KURDÎ - Li Amedê, ku bi Govenda xwe ve navdar e, mesrefên dawetê îsal du qat zêde bûne. Her çend par kirêkirina saloneke dawetê li Amedê ji 50 an jî 70 hezar lîre dest pê dikir, îsal deriyên heman salonan bi 120 hezar lîreyan vedibin.

Li salonên li navçeya Peyasê mesrefa xwarinê ji bo her kesî bûye 1,000 lîre. Di saloneke bi kapasîteya 300 kesan de, mesrefa xwarinê ji 300,000 lîreyan derbas dibe.

Bihayên alavên malê û mobîlyayan jî zêde bûne.
Setên alavên malê, ku par bi qasî 150,000 lîreyan bûn, îsal gihîştine 250,000 lîreyan. Ciwan di nav enflasyonê de asê dimînin.
Ciwanên li Amedê, ku hewl didin di nav enflasyona zêde de bizewicin lê belê, bêkarî û şert û mercên aborî yên nebaş bûne sedem ku ciwan zewacê paşve bixin.
Şîrove