AMÎDA KURDÎ - Zêdetirî şeş mehan e PDK û YNK wekî du pêkhênerên sereke yên kabîneya nehem a hikûmetê û xwediyên du fraksiyonên herî mezin ên gera şeşem a parlamentoyê neciviyane. Niha her du alî amadekariyê dikin ku bicivin û Yekgirtûya Îslamî ya navbeynkar dibêje, "Hewleke cidî heye ku di demeke nêzîk de civîn were kirin."

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Pola Talebanî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku her du alî (PDK û YNK) ji bo civînê amade ne û got:
"Bi taybetî piştî ku Encumena Wezîran civîna xwe ya mehane kir û li wê derê Kek Mesrûr û Kek Qubad hevdû dît, ev amadehî çêbû.
Di navbera PDK û YNKyê de guftûgo û peyamşandin hene lê bi awayekî fermî dema civînê nehatiye diyarkirin."
Şîrove