Partiyeke din tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bû

Dîroka Weşanê: Google News
Partiyeke din tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bû

Ebdullah Muhtedî, Sekreterê Giştî yê Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, beşdarbûna xwe di hevpeymaniya Kurd de ragihand û tekez kir ku ev yekîtî ji bo demokrasiya Îranê gaveke wêrek e.

AMÎDA KURDÎ - Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê beşdarbûna xwe di Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat de ragihand, ku ji hêla pênc partiyên siyasî yên Kurd ên ji herêmên Kurdî yên Îranê ve hatiye damezrandin.

Sekreterê Giştî yê partiyê, Abdullah Muhtedî, bi rêya hesabê X beşdarbûna xwe ragihand û got, "Çawa ku Komelayê di dariştina xal û bendên platforma pesendkirî ya hevpeymaniyê de rol û nexşeke girîng lîstiye, dê di berdewamiya xebata meydanî û bidestxistina armancan de jî rola xwe ya bibandor hebe."

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ji çi pêk tê?

23yê Sibata îsal, pênc partî û aliyên Rojhilatê Kurdistanê "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" ragihandibû.

Ew pênc aliyên ku hevpeymanî pêk anîbû ev in:

Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran (PDK-Î)

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê

Sazmana Xebata Kurdistana Îranê

Li gorî daxuyaniya yekem a hevpeymaniyê, piştî qonaxa pevguhertina bîr û ramanan û xebata meydanî ya di "Navenda Diyalogê ya ji bo Hevkariyê" de wan hevpeymanî pêk aniye.

Armanca hevpeymaniyê wekî, "Yekrêzî û hevparbûna xebatê ya zêdetir e ji bo bipêşxistina tevgera siyasî ya Kurd li Îranê û dayîna giranî û rola zêdetir a Kurdistanê û tevgera wê ya siyasî di xebatê de" hatibû diyarkirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove