Partiya DEMê: Rêya vegerê vebû

Dîroka Weşanê: Google News
Partiya DEMê: Rêya vegerê vebû

Berdevka Partiya DEMê Ayşegul Dogan diyar kir ku pêşnûmeya yasayî ya qanûna pêvajoyê ku pêşkêşî Parlamentoyê hatiye kirin, gaveke destpêkê ye; wê her wiha destnîşan kir ku ev pêşnûme rê li ber vegera siyasetmedarên li sirgûnê û endamên PKKê vedike.

AMÎDA KURDÎ - Ayşegul Dogan, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê), li navenda giştî ya partiyê di civîneke çapemeniyê de derbarê "Pêşnûmeya Yasayê ya qanûna pêvajoyê Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" de axivî.

Dogan bi bîr xist ku ev cara yekem e Partiya DEMê îmzeya xwe davêje bin pêşnûmeyeke yasayî û ev yek wekî gaveke girîng ji bo jiyana demokratîk û pêşerojeke hevpar li Tirkiyeyê pênase kir.

‘Gava destpêkê ya derbasbûna bo hiqûq û siyaseta demokratîk’

Doğan diyar kir ku ev pêşnûme piştî heyameke dirêj a pevçûnan, ji bo derbasbûna bo bingeheke hiqûqî û siyaseta demokratîk gaveke destpêkê pêk tîne û destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê ne tenê bi rojan serdemekê ve sînordar e. Dogan tekezî li ser wê yekê kir ku pêvajo dê di çend qonaxan de pêk were; wê her wiha qebûl kir ku di pêşnûmeyê de kêmasî hene, lê destnîşan kir ku ev yek nirxa pêvajoyê kêm nake.

‘Pêşnûme rê li ber vegera bo welêt vedike’

Ayşegul Dogan diyar kir ku pêşnûmeya yasayî bingeheke hiqûqî ya girîng ava dike û got: "Pêşnûme rê vedike; rê li ber vegera bo welêt vedike." Dogan bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya aştiyê di heman demê de pêvajoyeke empatiyê ye û anî ziman ku zimanê tê bikaranîn, mîna yasayan xwedî roleke avaker e. Pêşnûme dê li Komîsyona Dadê were nîqaşkirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove