AMÎDA KURDÎ - Hevseroka Partiya DEM Tulay Hatimogulları di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi gel re civiya. Hatimogulları li ser mijarên rojane daxuyanî da.
Hatîmoğulları, bi bîr xist ku salek di ser pêvajoyê re derbas bûye û got, "Em piştrast in ku birêz Ocalan dê di derbarê pêvajoyê de peyamên pir girîng hebin."
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Tulay Hatîmogulları:
"Maseya li Munîhê divê li Enqerê jî were danîn"

"Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek terorê ye"
Hatîmogulları di derbarê rapora komîsyonê ya li Parlamentoyê de tekez kir ku divê rapor ji gotinên "terorîzmê" were paqijkirin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek sosyolojîk û siyasî ye. Her wiha Hatîmogullariyê daxwaza derxistina qanûna "Mafê Hêviyê" kir û got, "Ji bo serkeftina pêvajoyê, divê em ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kiryar jî berê xwe bidin Îmraliyê."
Şîrove