AMÎDA KURDÎ - Abbas Şahîn, hevserokê şaxa bajarê Amedê ya Partiya DEMê, derbarê mitînga "Ocalan" a ku ji aliyê Walî ve hatiye qedexekirin de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Şahîn: "Bi banga birêz Abdullah Ocalan pevçûn bi dawî bûn û gaveke girîng ji bo pêşveçûna pêvajoyê li ser bingehek yasayî û siyasî hat avêtin."

'Nebicihanîna mafê hêviyê bertekên demokratîk zêde kir'
Şahîn diyar kir ku "mafê hêviyê", tevî ku di destûr û qanûna gerdûnî de cih digire jî, bûye sedema berteka raya giştî û got, "Nebicîhanîna mafê hêviyê, tevî ku di qanûna gerdûnî û destûrê de cih digire jî, bûye sedem ku gelê me bertekên xwe yên demokratîk bi tundtir nîşan bide."
'Mîtîng ji ber şert û mercên zivistanê hate taloqkirin'
Şahîn bi bîr xist ku Platforma Saziyên Demokratîk di 17ê Kanûnê Peşîn de daxuyaniyek weşand û biryar da ku di 4ê Kanûna Paşîn de "Mîtînga Hêvî û Azadiyê" li dar bixe lê mitîng ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê hate taloqkirin.
Şahîn diyar kir, "Ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê, me biryar da ku mitînga xwe ya ku ji bo 4ê Kanûna Paşîn hatibû plankirin, taloq bikin, û ewlehiya gelê xwe bidin pêş. Em ê têkoşîna xwe bi slogana 'Azadiya birêz Ocalan azadiya Rojava ye' bidomînin.’’
Şîrove