Amîda Kurdî - Hevserokên Partiya DEMê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan derbarê pêşhatên di aboriya Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Hatimogulları û Bakirhan bal kişandin ser enflasyona kronîk, zêdebûna îflasan, giraniya deynan, rîskên jeopolîtîk û bilindbûna nirxê mazotê. Nirxê mazotê li ser bi milyonan welatî, esnaf, hilberîner û pîşesazkaran re bandor zêdetir kiriye.

‘Divê parlamento bêyî benda 1ê Cotmehê bimîne bicive’
Di daxuyaniya Partiya DEMê de hate tekezkirin ku betlaneya niha ya parlamentoyê nikare bibe hincetek ji bo bêdengiya li hember van pêşhatên aborî. Hatimogulları û Bakirhan bi gotina "her rojeke ku beriya 1ê Cotmehê derbas dibe, lêçûna krîza aborî zêde dike," bang li TBMMê kirin ku bêyî benda 1ê Cotmehê bimîne, ji bo gotûbêjkirina tedbîrên pêwîst bicive.
Şîrove