Partiya DEMê: Bila Komar bidome û demokrasî xurt bibe

Dîroka Weşanê: Google News
Partiya DEMê: Bila Komar bidome û demokrasî xurt bibe

Hevserokên Partiya DEMê, Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, derbarê 29ê Cotmehê (Roja Komarê) de daxuyaniyek dan: "Armanca me ew e ku em têgeha Komarê nûjen bikin û bi demokrasiyê tacîdar bikin. Bila Komar bidome û demokrasî xurt bibe."

Amîda Kurdî - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê), Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, bi boneya 29ê Cotmehê Roja Komarê, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Fikra damezrîner a Komarê bi qîmet e lê divê li gorî pêdiviyên roja me were nûjenkirin." Her wiha hat diyarkirin, "Bi vê perspektîf û nêzîkatiyê, em armanc dikin ku têgeha Komarê nûjen bikin û bi demokrasiyê tacîdar bikin. Azadî divê ne tenê ji bo çend kesên bijartî be; divê ya hemûyan be. Dema ku wekhevî, dadmendî û azadî bi hev re bên misogerkirin, wê demê Komareke Demokratîk dê bibe mala hevpar a me hemûyan."

Hevserokên Partiya DEMê her wiha gotin:

"Berpirsiyariya me hemûyan e ku em rê li ber aştiyê, siyaseta demokratîk û lihevkirina civakî vekin.

Di vê sedsala duyemîn de, bila Komar bidome, demokrasi bi awayekî xurt were avakirin û biratiya gelan her bimîne û bidome."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove