Amîda Kurdî - Veqetîna endaman ji Partiya İYİyê berdewam dike. Parlamenterê Partiya İYİyê Omer Karakaş biryar da ku ji partiyê îstifa bike. Bi îstifaya Karakaş re, hejmara parlamenterên Partiya İYİyê daket 27an.

Heqaret li serok û serkirdeyên Kurdan kiribû
Çar roj berê, dema ku ji bo dengdana li ser pêşniyaryasayê derketibû ser dikê û biryara dengdana "erê" rexne dikir, Karakaş serokên Kurd Şêx Seîd û Seyîd Riza kiribûn hedef û gotibû: "Îro du rê li ber we hene. Bi wê biryara ku hûn didin an dê neviyên we bi we serbilind bin an jî hûn ê wan mehkûmî jiyaneke şermîn bikin ku divê heta dawiya jiyana xwe wê barê hilgirin. An hûn ê nevîçirkên Şêx Seîd û Seyîd Riza bibaxşînin, an jî hûn ê tişta ku Topal Osman, hêzên li Amedê, Kazım Karabekir û Fevzi Çakmak kiribûn, bikin. An hûn ê mîna Damat Ferît yê ku li hember Peymana Sevrê serî tewandibû di rûpela şermê ya dîrokê de bên bibîranîn, an jî hûn ê mîna Mustafa Kemal Atatirk û hevalên wî yên têkoşînê yên ku li hember xiyanetê bi serî bilind bikin."
Şîrove