Parlamenterê DEMê: Heta ku Ocalan nebêje qediyaye, naqede

Dîroka Weşanê: Google News
Parlamenterê DEMê: Heta ku Ocalan nebêje qediyaye, naqede

Êrîşên li ser taxên Kurdan yên li Heleb a Sûriyeyê û pevçûnên di navbera hêzên HSD û Şamê de didome. Di heman demê de, derengketina rapornivîsînê ya Komîsyona Çareseriyê ya parlementoyê bûye sedema şîroveyên ku dibêjin pêvajo rawestiyaye. Saruhan Oluçî behsa van meseleyan kir.

AMÎDA KURDÎ - Parlamenterê Antalyayê yê Partiya DEMê Saruhan Oluç, li ser pêşketinên dawî, bi taybetî yên derbarê Sûriyeyê de rawestiya û diyar kir ku pêvajo berdewam dike, "lê hin astengî tên dîtin."

‘Di Komîsyonê de hin pirsgirêk çêdibin’

Saruhan Oluç di axaftina xwe ya bi MAyê re kirî de got, "Pêvajo berdewam dike, neqediyaye. Aktorê sereke yê pêvajoyê birêz Ocalan e. Heta ku birêz Ocalan nebêje 'Qediyaye' pêvajo naqede. Lê hin pirsgirêk çêdibin. Dema ku em li karê komîsyonê dinêrin, carinan pirsgirêk çêdibin, ev jî xwezayî ye."

Oluç tekez kir ku êrîşên Helebê di nav hestên mirovan de perçebûnek mezin çêkir û got, "Her çend pêvajo ji aliyekî ve berdewam dike jî, tiştên ku li Helebê qewimîn bi rastî her kesî da fikirandin. Me dît ku zihniyeteke li dijî Kurdan li wir dîsa xwe nîşan da.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove