AMÎDA KURDÎ - Parlamenterê Partiya DEMê ya Wanê Sinan Çiftyurek li ser hesabê xwe yê Xê agahiyek li ser pevçûnên li Sûriyeyê parve kir. Çiftyurek di peyama xwe ya bi serenavê "Du Nexşe, Du Rastî" de got, "Me qet nexşeyek ku Reqa û Dêra Zorê tê de hebin parve nekiriye. Ji ber ku her du jî bajarên Ereban e. Nexşeya ku me parve kir erdnîgariya Kurdan e ku di sêgoşeya Efrîn-Qamişlo-Dêrik-Hesekê de ye, ango Rojavayê Kurdistanê ye."

Pêşniyarên Çiftyurekî
Çiftyurek, danûstandinên ku dê di navbera hikûmeta Şamê û HSDê de werin lidarxistin de pêşniyar kirin. Wî diyar kir ku "Divê Reqa û Dêra Zorê radestî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê were kirin" her wiha "Di berdêla vê de, divê erdnîgariya ku Efrîn-Qamişlo û Dêrik-Hesekê dihewîne wekî ‘Rojavaya Xweser’ were naskirin. Ev sêgoşe divê xeta berxwedanê ya siyaseta Kurd be’’
Şîrove