AMÎDA KURDÎ - Ferat Mehmetoglu, Orkestraya Kurdistanê vexwend konsera xwe ya 4ê Sibatê ku dê li Çand Amedê pêk were. Orkestraya Kurdistanê vexwendina Mehmetoglu qebûl kir û dê tevlî konserê bibe.
Di beşa yekem a konserê de, Ferat dê strana "Dilteng" û "Henasey aşiqan" li gel orkestrayê pêşkêş bike. Pişt re Orkestraya Kurdistanê dê sê parçeyên senfonîk pêşkêş bike.
Di beşa duyem a konserê de, hunermend Ferat Mehmetoglu dê bernameya xwe bi muzîkjenên xwe bidomîne.
Hunermend Ferat Mehmetoglu du albûm, gelek stranên single, klîbên muzîkê, pirtûkek helbestan û fîlmên li ser navê xwe hene.
Şîrove