Amîda Kurdî - Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê derbarê bûyera "torbeyên zer" a alîgirên Kocaeliyê de, ku zirar da aştiya civakî, dest bi kar kir. Dozgeriyê derbarê wê protestoya bi "tobeyên zer" a ku li dijî tribûnên Amedsporê hatibû kirin de lêpirsîn da destpêkirin û fermana desteserkirina pênc provokatoran da.

Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê piştî wê provokasyona ku li ser medyaya civakî bû sedema berteka tund a raya giştî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Derbarê wan gumanbaran de lêpirsîn hat destpêkirin ku di maça navbera Klûba Futbolê ya Kocaelispor û Klûba Futbolê ya Amedsporê de (ku di 24ê Tebaxa 2026an de li Stadyuma Kocaeli hat lîstin), li tribûnên alîgirên Kocaelisporê bi hejandina torbeyên zer, kiryarên provokatîf li hemberî alîgirên Amedsporê pêk anîne. Di çarçoveya lêpirsînê de, ji bo desteserkirina pênc gumanbarên ku nasnameyên wan hatine tespîtkirin, talîmat hatin dayîn."
Çi qewimîbû?
Di maça ku êvara borî di navbera Kocaelispor û Amedsporê de hat lîstin de, komek ji alîgirên Kocaelisporê li hemberî tribûnên Amedsporê "torbeyên zer" hejandin. Ev provokasyona xeternak a alîgirên Kocaelisporê bû sedema bertekeke mezin a raya giştî.
Şîrove