Operasyona bahîsên neqanûnî: Diyarbekîrspor hat desteserkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Operasyona bahîsên neqanûnî: Diyarbekîrspor hat desteserkirin

Di operasyoneke bahîsên neqanûnî de li pênc parêzgehan, tevî li Amedê heşt gumanbar hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Diyarbekirspor û sê şîrket hatin desteserkirin.

AMÎDA KURDÎ - Piştî raporek ku ji hêla Lijneya Lêpirsîna Sûcên Darayî (MASAK) ve hatî amadekirin, tîmên Yekîneya Sûcên Sîber a Daîreya Polîsan a Stenbolê lêpirsînek li ser "bahîsên neqanûnî" kirin.

Di dema lêpirsînê de, tîman tespît kirin ku serokê berê û hin rêvebirên klubeke werzîşê xwediyê malperek bahîsên neqanûnî ne.

Operasyona li 5 parêzgehan

Tîman, piştî ku tespîtkirina dahata bi vê rêbazê li navnîşanên ku li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Hatay û Amedê hatine destnîşankirin operasyonên hevdem pêk anîn.

Diyarbekîrspor hat desteserkirin

Di operasyonê de, 8 gumanbar hatin binçavkirin û Diyarbekîrspor, ku xwediyê wê Feyzi Îlhanlı ye digel 3 şîrket, 6 wesayît, 3 motorsîklet, 7 xanî, 6 parsel erd û avahiyeke karsaziyê hatin desteserkirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove