Ocalan dê di ‘Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire’

Dîroka Weşanê: Google News
Ocalan dê di ‘Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire’

Pervîn Buldanê ragihand, “Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire.”

Amîda Kurdî - Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan li Taksîma Stenbolê li otelekê li gel nûnerên medyayê civiya û li ser pêvajoya çareseriyê, "yasaya çarçoveyî ya pêvajoyê" û daxuyaniyên Abdullah Ocalan agahî dan û wiha got:

 "Yek ji van desteyên jêrîn, dê ‘Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê' be û Birêz Ocalan jî dê di vê desteyê de cih bigire. Ji ber ku birêz Ocalan dê vegeran organîze jî bike."

Buldanê nêrînên Ocalan ên derbarê yasayê jî wiha ragihand:

"Di hevdîtina dawî de li ser yasayê wiha got: ‘Ez pir li ser têgehan asê namînim. Ji bo me ya girîng derketina vê yasayê ye. Ev yasayeke kilîl e, yasayeke kok e, her wiha qalik e. Ev yasa di meseleya Kurdan de qalikek e. Helbet em dê di qonaxên pêş de nîqaş bikin ka em dê vê yasaya kok çawa bi pêş bixin. Lê min ji bo gihiştina vê qonaxê hewleke mezin da û ez bi kişikeke (satranç) yekkesî lîstim.’

Ji ber ku Birêz Ocalan dê vegeran organîze jî bike. Li gel vê yekê, me di hemû hevdîtinên xwe de anî ziman ku pêwîstî bi desteyeke jinan jî heye; me ev daxwaz hem di hevdîtinên xwe de hem jî di hevdîtinên li gel rayedarên dewletê de bi lêv kir. Min bi xwe jî di hevdîtina li gel birêz Serokkomar de ev yek anî ziman.”

Buldan li ser kongreya DEM Partiyê ya ku dê 6ê Îlonê pêk were jî axivî û got:

"Kongreya me ya bingehîn ne ev e. Em texmîn dikin ku kongreya bingehîn dê beriya Newrozê pêk bê. Ya 6ê Îlonê tenê ji ber neçariya yasayî wekî formalîte tê kirin. Piştî wê dê amadehiyeke nû dest pê bike. Di vê amadehiyê de Birêz Ocalan qala partiyeke nû dike; ango guhertina rêzikname, bername û kadroyan. Dê tevgereke nû û rêxistinbûneke nû derkeve holê ku piştî kongreya 6ê Îlonê dest bi xebatên xwe bike."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove