AMÎDA KURDÎ - Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş piştî hevdîtina bi serokên partiyên ku li Parlamentoyê xwedî temsîl in re, civîneke çapemeniyê li dar xist. Kurtulmuş ragihand ku Yasaya Çarçoveyê dê beriya betlanê parlamentoyê were derxistin û got: "Em hêvî û daxwaz dikin ku ev yasa beriya ku Parlamento bikeve betlanê were derxistin û deriyên serdemeke nû ji bo Tirkiyeyê werin vekirin."

Xalên sereke ji axaftina Numan Kurtulmuş:
Dixwazim di serî de diyar bikim ku çarçoveya sereke ya ku di beşa şeşemîn a raporta me de hatiye diyarkirin, derbarê awayê pêvajoya wê rêxistina ku niha hatiye feshkirin û rêziknameyên yasayî yên têkildar de, dê were parastin. Bi gotineke din, ev dê bibe yasayeke demkî û serbixwe. Ev yasa dê sînorên girîng diyar bike; bi taybetî, divê mekanîzmayekê li xwe bigire ji bo piştrastkirin û erêkirina wê yekê ku rêxistinê çekên xwe danîne û bi awayekî bi bandor hatiye feshkirin.
Şîrove