Nivîskarê Kurd Husên Arif koça dawî kir

Dîroka Weşanê: Google News
Nivîskarê Kurd Husên Arif koça dawî kir

Nivîskar, helbestvan û rojnamegerê Kurd Husên Arif koça dawî kir. Wî di sala 1936an de li Silêmaniyê çav li dinyayê vekir û ji beşeke mezin a jiyana xwe bo edebiyat û çanda Kurdî terxan kir.

Amîda Kurdî - Husên Arif bi teşwîqa helbestvanê navdar Ebdulla Goran yekem berhema xwe di sala 1954an de di rojnameya Jînê de belav kir. Piştre, di sala 1961ê de wek rojnameger li rojnameya Azadî dest bi kar kir û di warê çapemeniyê de rolek çalak lîst.

Di dawiya salên 1960an de, li gel çend hevalên xwe Yekîtiya Nivîserên Kurd ava kir. Her weha di sala 1970yî de di weşandina manîfestoya tevgera edebî ya Riwangeyê de beşdar bû, tevgerek ku di nûjenkirina edebiyata Kurdî de şopek berbiçav hişt.

Di sala 1998an de jî li gel hevalên xwe weşanxaneya Serdemê ava kir. Husên Arif xwediyê gelek berhemên edebî bû û di jiyana xwe de gelek xelatên girîng wergirt.

Ji berhemên wî yên naskirî ev in, Le Korî Xebata (1959), Kameran û Honrawey Nwê (1958), Çîrokî Hunerîy Kurdî (1977), Revdegurg (1983), Şar (1986) û Koktêyl (2005). Wî her weha gelek berhem wergerandine kurdî, di nav wan de wergera pirtûka Mîra ya Machiavelli yek ji wan berhemên herî naskirî ye.

Koça Husên Arif windahiyeke mezin e ji bo edebiyat û çanda Kurdî. Li gor parvekirin û şîroveyên xwendevan û nivîskarên Kurd ew ê bi berhem, xebat û şopandina xwe ya çandî her tim bijî.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove