AMÎDA KURDÎ - Mustafa Akış, Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê, li ser daxuyaniyên tund ên Dozgerê Giştî yê Buyukçekmece Yavuz Enginî li ser medyaya civakî bertek nîşan da.
Akış tekez kir ku parvekirinên wiha bo "xebata PRê ya takekesî" zirarê dide pêbaweriya dadweriyê.
Dozgerê Giştî yê Buyukçekmeceyê Yavuz Engin peyamek weşandibû û Yılmaz Guney wekî "kujerê dadgeran, dijminê dewletê yê terorîst" bi nav kiribû.
Mustafa Akış bersiv da û got, "Mixabin, ev demek e em dibînin ku hin endamên dadweriyê li ser platformên dîjîtal postên ku bi şert û mercên pîşeyê re ne lihevhatî ne, par ve dikin. Ew yek nakokiyek e di pergala dadweriyê de. Tevgerên wİha yên bêberpirsiyar di kevneşopiya dewleta me de jî cih nagirin."
Şîrove