AMÎDA KURDÎ - Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK) daneyên xwe yên nifûsê yên herî dawî yên ji bo sala 2025an parve kir. Li gorî van daneyan, nifûsa Tirkiyeyê di sala 2025an de li gorî sala borî 427,224 kes zêde bûye. Rêjeya mirovên ku li navendên bajar û navçeyan dijîn gihîştiye sedî 93.6an, lê rêjeya nifûsa ku li bajarok û gundan e daketiye sedî 6.4an. Ev yek nîşan dide ku bajarvanîbûn bênavber berdewam dike.

Nifûsa Amedê 18 hezar zêde bû
Nifûsa Amedê, ku di sala 2024an de 1,833,684 bû, di sala 2025an de gihîşt 1,852,356. Rêjeya mezinbûna nifûsa bajêr a salane wekî ji sedî 0,86 (8,6 ji hezarî) hatiye tomar kirin. Li gorî daneyên TUİKê rêjeya mezinbûna nifûsê li tevahiya Amedê, tevî navçeyan, wekî ji sedî 10,1 hatiye hesab kirin.

Piraniya nifûsê (sedî 64) li 4 navçeyên navendî kom dibe
Li Amedê, piraniya nifûsê li navçeyên navendî kom bûye. Peyas bi 454,311 kesan di rêza yekem de ye, dû re Rezan bi 402,275 kesan, Bajarê Nû bi 232,622 kesan, û Sûr bi 97,961 kesan di rêza yekem de ye.

Belavbûna nifûsê li navçeyên Amedê wiha ye:
Peyas 440 hezar 886, Rezan 397 hezar 661, Bajarê Nû 228 hezar 570, Erxenî 139 hezar 223, Bismil 120 hezar 93, Sûr 97 hezar 823, Farqîn 86 hezar 905, Çinar 78 hezar 788, Çermûg 49 hezar 607, Pîran 36 hezar 758, Pasûr 35 hezar 264, Hênê 32 hezar 604, Licê 24 hezar 959, Gêl 22 hezar 346, Hezro 16 hezar 411, Karaz 15 hezar 323 ve Şankuş 10 hezar 463.
Şîrove