Neviyê Şêx Seîd li parlamentoyê axivî: Armanca me Tirkiyeyeke xurt e

Dîroka Weşanê: Google News
Neviyê Şêx Seîd li parlamentoyê axivî: Armanca me Tirkiyeyeke xurt e

Abdurrahîm Firat, parlamenterê AK Partiyê yê Erzeromê û neviyê Şêx Seîd derbarê pêvajoya heyî de axivî. Firat got: "Armanca me ya hevpar, Tirkiyeyeke xurt e."

Amîda Kurdî - Parlamenterê AK Partiyê yê Erzeromê û parêzer Abdurrahîm Firat, li pêşiya Lijneya Giştî ya Parlamentoyê derbarê pêşniyareke komî de axivî û behsa pêvajoya nû kir. Wî tekez kir ku ev însiyatîf ne tenê mijareke ewlehiyê ye, lê berpirsiyariyeke dîrokî ye ku li ser bingeha aştiya civakî, yekîtî û hevgirtina neteweyî û paşeroja nifşên nû hatiye avakirin.

Fırat wiha anî ziman: "Armanca me ya sereke di vê pêvajoyê de zelal e: rakirina çekan, bidawîanîna hebûna rêxistinî û bi awayekî mayînde rakirina tundiyê ji rojeva neteweya me. Di pêkanîna vê armancê de, em hurmeteke mezin didin bîranîna şehîdên xwe, fedakariyên gaziyên xwe û hestiyariya malbatên wan.

Armanca vê pêvajoyê ne ew e ku fedakariyên wan bên jibîrkirin, berevajî vê, armanc ew e ku Tirkiyeyeke aştiyane û ewle radestî nifşên pêşerojê bikin."

Parêzer Abdurrahim Fırat, neviyê Şêx Seîd e, ku Şêx Seîd di sala 1925an de li Amedê, piştî biryara Dadgeha Serxwebûnê, ligel 46 hevalên xwe hatibû îdamkirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove