AMÎDA KURDÎ - Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku wan di şerê niha yê li hemberî Îranê de zêdetirî nîvê armancên xwe pêk anîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvînekê li gel medyaya Amerîkayê de got:
"Me nîvê rêyê derbas kiriye, lê ez naxwazim ji bo bidawîhatina şer demjimêrekê deynim."

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê gotibû ku operasyon dê 4 heta 6 hefteyan biajo.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio doh ragihand ku şer tenê dê "çend hefteyên din" berdewam bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wiha got, "Baweriya min ew e ku ev rejîm dê ji navxwe ve birûxe lê niha ya ku em dikin, qelskirina şiyana leşkerî, mûşekî, atomî û qelskirina wan a ji navxwe ye."
Şîrove