AMÎDA KURDÎ - Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ew êrişa ku şeva borî bi dronê li malekê li gundê Zergezewiyê ya Hewlêrê hatibû kirin û bûbû sedema mirina du hevjînan "bi tundî" şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbata ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û wiha got:
"Ez wê êrişa terorîstî ya ku derengiya şeva borî bi dronê li ser mala welatiyekî li gundê Zergezewiyê yê Hewlêrê hat kirin û mixabin du hevjîn şehîd ketin, bi tundî şermezar dikim. Sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û xizmên şehîdan dikim, ji dil hevxemê wan im. Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku canê wan bi rehm û mîhribaniya xwe şad bike û aramiyê bide malbatên wan."
Şîrove