Amîda Kurdî - Nêçîrvan Barzanî cara pêşî 11ê Nîsana 2025an di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Ehmed Şer re civiyabû. Civîna duyem a her du serokan jî 17ê Nîsana 2026an dîsa li Antalyayê bû. Nêçîrvan Barzanî îro dê li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bicive.

Piştî rûxîna desthilata Esed, ev serdana yekem a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Sûriyeyê ye.
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer dê “pêwendiyên Hewlêr û Şamê û rewşa Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê” gotûbêj bikin.
Ev serdana Nêçîrvan Barzanî piştî hewlên wî yên navbeynkariyê û destpêşxeriyên ji bo bidawîkirina şer û pevçûnan û êrişên hêzên Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê tê.
Şîrove