Navê wê ne Amedspor bû: Dirûşmeya "Kurdno, ji vir derkevin" hebû

Dîroka Weşanê: Google News
Navê wê ne Amedspor bû: Dirûşmeya

Ew îdiaya ku di nîqaşên li ser navê Amedsporê de gelek caran tên holê û tê gotin "eger navê wê Diyarbakirspor bûya, kesî îtîraz nedikir" di rojevê de ye û wekî gotînên bêbingeh tê nirxandin. Beriya 57 salan, di maçeke Diyarbakirsporê de wiha hatibû qîrkirin: "Kurdno, ji vir derkevin".

Amîda Kurdî – Li gorî nûçeyeke rojnameyê ya wê demê, di maça navbera Kırıkkalespor û Diyarbakirsporê de ku di 7ê Kanûna Pêşîn a 1969an de li Kırıkkaleyê hatibû lîstin, şandeya tîma Diyarbakirsporê bi saetan di stadyûmê de asê mabû û dirûşmeyên "Kurdno, ji vir derkevin" hatibûn bihîstin.

Di sala 1969an de dirûşmeyên "Kurdno, ji vir derkevin" ji hoparloran hatin qîrkirin.

Maça navbera Kırıkkalespor û Diyarbakisporê ku di 7ê Kanûna Pêşîn a 1969an de li Kırıkkaleyê hatibû lîstin ango nêzîkî salekê piştî damezrandina Diyarbakirsporê di dîroka werzîşê ya wê demê de bûbû bûyereke girîng. Li gorî nûçeyên rojnameyan ên wê demê, arşîvên maçê û vegotinên lîstikvanan, şandeya Diyarbakirsporê piştî maçê nêzîkî çar saetan di stadyûmê de asê mabû. Tê ragihandin ku di dema maçê de dirûşmeyên wekî "Kurdno, ji vir derkevin" hatine qîrkirin û ev dirûşme ji hoparlorên stadyûmê hatine weşandin.

Hêjayî gotinê ye ku herçend hin kom di van demên dawî de Amedsporê dikin hedef û wê bi "terorîzm" û PKKê ve girê didin jî, ew rêxistina navborî di dema bûyera sala 1969an de hê tunebû.

Kesên ku li ser bingeha navê wê li dijî Amedsporê derdikevin, gelek caran vê nêrînê tînin ziman ku "eger navê wê Diyarbakirspor bûya, kesî îtîraz nedikir."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove